Festîvala Êlihê li Stenbolê dest pê kir

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Stenbolê bi mebesta danasîna çand û kelepûra bajarê Êliha Bakurê Kurdistanê festîvaleke kultirî bi rê ve diçe. Di festîvalê de lîstîkên gelêrî yên Kurdan û berhemên xwemalî yên Êlihê tên nîşandan. Berpirsên festîvalê saz dikin dibêjin bi rêya festîvalê hewl didin hem Kurdên li Stenbolê li hev bicivinin û hem çanda Kurdî nîşanî biyaniyan bidin.

Festîvala kultirî ya ku bi mebesta danasîna çand û kelepûra bajarê Êliha Bakurê Kurdistanê li Stenbolê j hêla Federasyona Komeleyên Êlihê ve tê sazkirin bi lîstikên gelêrî yên Kurdî bi awayeke bi coş dest pê kir.

Serokê Federasyona Komeleyên Êlihê bal kişand ser hejmara hembajariyên xwe yên li Stenbolê ku bi qasî nifûsa li Batmanê ye û amaje kir armanca wan li hev civandina Kurdên li vî bajarî û pêşketina geştûguzariya Êlihê ye.

Serokê Komeleyên Federasyona Êlihê Recep Taşkiran ji K24ê re got: “Heta roja duşemê derengiya şevê bernameya me bi awayeke têr û tije dê dewam bike. Ji bajar û welatên cuda me 25 hunermendên Kurd anîne, dengbêjên me hene wê bi deng û awazên Kurdî dile beşdaran geş bikin. Em dixwazin kultira me Kurdên Batmanê hemû kes bibîne.”

Di festîvalê de bala beşdaran zêdetir li ser lîstîkên gelêrî yên Kurdan bû ku kesên deng û awazên Kurdî dibihistîn berê xwe didan cîhê lîstîkê û bi dîmenên rengîn dilxweş bûn.

Govendger Îbrahîm Silî got: “Bi sazkirina festîvaleke wiha kultirî em gelek kêfxweş dibin. Em li vir zêdetir lîstikên herêma Êlihê dileyzin û nîşanî beşdaran dikin da ku kultira me ya Kurdan kesên ne Kurd in jî bila ji nêz ve bibîne.”

Muzîkjen Seçîm Dogu dibêje: “Em wek 12 muzîkjen ji Êlihê hatin. Ez li erbanê didim û bi enstrumanên cuda yên muzîkê govendên aliyê Batmanê dileyzin.”

Berhemên xwemalî yên wek bastêq, benî, penêr, hingiv ên ji navçeyên bajarê Êlihê tev li ser standên cuda hatin raxistin, bi tehmên xwe bala beşdaran jî kişand.

Welatî Cuma Aslan: “Ev berhemên Êlihê tev xwezayî ne û min pir eciband. Li Stenbolê berhemên wiha xweş û organîk meriv nikare peyde bike.”

Beşdarekî Êlihî Emre Altintop: “Ev berhemên li vir tev ji qezayên cuda yên Êlihê me anîn. Tehma wan zehf xweş in. Bi rêya festîvalên wiha çand û hunera bajaran baştir tê nasîn. Miletên xerîb tên kultira me Êlihê jî dinasin em pê dilxweş dibin.”

Festîvala ku ev cara duduyan e tê lidarxistin, roja şemî bi dîwana dengbêjan dê bi rê ve biçe û heta 22ê Gulanê dê bidome.