Iraqê helbestvan û şoreşger Muzefer El-Newab oxir kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Cenazeyê helbestvanê mezin ê Iraqî Muzefer El-Newab, îro Şemiyê bi amadebûna hejmarek mezin siyasetmedar û welatiyan, mûzîka rêzgirtinê û di atmosfereke xemgîn de, li Firokexaneya Bexdayê ya Navdewletî hate pêşwazîkirin.

Helbstvanê mezin ê Iraqê Muzefer El-Newab duhî Înê 20/5/2022an di 88 saliya xwe de li Îmaratê koça dawî kir.

El-Newab ji bo Îraqî û Ereban, wek semboleke şoreşgerî û wêjeyî ye û bi dijberiya xwe ya li dijî rejîman û rexneyên tûj dihate naskirin û ew yek di helbestên xwe de nîşan dida.

El-Newab piraniya salên xwe li derveyî Iraqê derbas kir, lê ew di wijdana Iraqiyan de bû ku bi belavkirina nûçeya koçkirina wî re, wêne û helbestên wî li ser medyaya civakî hatin belavkirin û oxirkirin.

Wek rêzgirtin li Muzefer El-Newab, termê wî bi firokeya serokatiyê ji Îmaratê bo Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê hat veguhestin û li wir jî bi amadebûna Serokwezîr Mistefa Kazimî û hejmarek ji berpirs, siyasetmedar û hezkiriyên El-newab, merasîmeke fermî hat ji bo hat lidarxistin.

Termê El-Newab ji bo baregeha Yekîtiya Nivîskarên Iraqê dê were birin, ku bi sedan kesên ji nifşên cuda li wir kom bûne û li benda gihîştina termê wî ne, berî ku bo Necefê bê veguhastin ku dê li wir bi xakê were spartin.

Berdevkê Yekîtiya Nivîskaran Omer El-Saray got: “Ev pêşwaziya mezin ne tenê ya nivîskaran, lê belê ya welatiyan e, ji ber ku ew helbestvanekî gelêrî ye.”

El-Newab 1ê Çileya 1934an li Bexdayê ji dayik bûbû û derçûyê Fakulteya Hunerê ya zanîngeha Bexdayê ye û gelek sal di zindan û sirgûnê de derbas kirin.

Yekem helbesta ku wî di cîhana helbestê de ronî dîtiye “Xwendinek di Deftara Baranê de” di sala 1969an de hat çapkirin û helbestên wî yên wekî Quds, Bûka Erebiya We Ye, Lûtke yên herî berbelav in.

Her çend ew ji nifşê berê ye, lê helbestên wî di dema serhildana gelêrî ya Cotmeha 2019an de Iraq dihejand û ciwanan ew ji bo redkirina rewşa siyasî û hêviya xwe ya ji bo guhertinê vegotin.