Mesrûr Barzanî hevşandê serok û serkirdeyên cîhanê beşdarî Korbenda Davos 2022 dibe

Di panela “Pêkhateyeke Nû ya Asayişê li Rojhilata Navîn” de beşdar dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr hevşanê serok û serkirdeyên welatên cîhanê, di Korbenda Aboriya Cîhanê Davos beşdar dibe û hizr û nêrînên xwe yên stratejîk ji bo pêşxistina ewlehî û aramiya Rojhilata Navîn û riyên vebûna di rûyê bazarên cîhanê de pêşkêş dike.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê belav kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi mebesta beşdariya di Korbenda Aboriya Cîhanê Davos, îro 21ê Gulana 2022an ber bi Swîsrayê bi rê ket.

Korbenda Aboriyê ya Davos 2022, biryar e sibe 22 Gulana 2022an bi beşdariya bi sedan serkirde, kesayetiyên diplomat, bazirgan û şarezayên navdewletî dest pê bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya çalakiyên korbendê de, dê beşdarî panelekê bi navnîşana (Pêkhateyeke Nû ya Asayişê li Rojhilatê Navîn de) bibe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha li perawîza korbendê de ku ji 22 ta 26ê Gulanê birêve diçe, dê çendîn civîn û hevdîtinên wî bi berpirsên pilebilind, xwedîkar, aborînasên herêm û cîhanê re hebin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînên xwe dede, ji bilî guftûgokirina dawî guhartin û pêşhatên Iraq û herêmê, guftûgoyan derbarê hemcurkirina aborî û çavkaniyên dahatê, girîngiya pêşxistin û çakaziya di sîstema bankî de, dîtina bazarên nû ji bo berhemên çandiniyên yên Kurdistanê, pêşxistina tevgera bazirganî û veberhênanê de dike.

Piştî du salan ku ev sekoya cîhanî ji ber rêkarên xweparêziya ji vîrûsa Koronayê nehat kirin, îsal piştî asayîbûna rewşa tendirustî li cîhan, Korbanda Davosê tê lidarxistin.

Korbend îsal bi diruşma “Dîrok li Xalek Werçenxanê Radiweste: Polîtîkayên Hikûmetam û Stratejiyên Kar” tê lidarxistin.

Organîzatorên korbendê dibêjin ku rûniştina Davosê ya nû destpêkek e ji bo serdemeke nû ya berpirsiyarî û hevkarîya cîhanî ku tê de bal tê kişandin li ser pêşxistina stratejîyên ji bo avakirina asoyên nû, afirandina senaryoyên paşerojê yên guncaw û peydakirina çareseriyan ji mezintirîn pirsgirêkên li cîhanê re.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky dê roja Duşemê sê bibe serokê yekem ku axaftinekê bike. Ew ê bi rêya vîdyoyê beşdarî korbendê bibe, di heman demê de dê gelek rayedarên siyasî yên Ukraynayê li Davosê beşdar bibin. Ji aliyê din ve berpirsên Rûsî di çalakiyê de beşdar nabin.

Serokê Korbandê Borge Brende diyar kir, dûrxistina Rûsyayê “biryara rast e” û got: “Lê em hêvî dikin ku Rûsya di salên pêş de rêyek din biavêje û rêzê li Peymana Neteweyên Yekgirtî û berpirsiyariyên xwe yên navneteweyî bigire.”

Tevî ku pevçûnên li Ukraynayê dê di rojeva Korbendê de be, lê di bernameyê de nîqaşên li ser mijarên cihêreng jî hene, ji guherîna avhewayê û bilindbûna tund a bihayên enerjiyê bigire, heta metirsiya derketina qeyrana xwarinê ya cîhanî û newekheviya di navbera mêr û jinan de û heta fotbol û cîhana “Metaverse”.

Di korbenda îsal de, 2500 kesayetiyên cîhanê beşdar dibin, di nava wan de 50 serok û serokwezîrên welatên cîhanê hene.

Hevdem ligel beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, her yek ji Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz, Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî, Şanderê Amerîka bo Keşûhewayê John Kerry û hejmarek din ji serkirdeyan beşdar dibin.

Herêma Kurdistanê di salên borî de, amadebûneke wan a girîng hebû. Di wê çarçoveyê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê kabîneya berê Nêçîrvan Barzanî di sala 2020an de beşdar bûbû û tê de hevdîtin ligel Serokê Amerîka yê berê Donald Trump kir.

Pêştir Serok Mesûd Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê yê wê demê, beşdarî di korbemda sala 2017an de kir û pêşwaziyeke berfireh lê hate kirine û pirsên girêdayî bi teror, şerê DAIŞê û peyama gelê Kurdistanê pêşkêş kirin.

Kurdistan24 wek saziyeke medyayî ya Kurdistanî, ji piştî damezirandina wê ve, ji bo cara yekem di meha Berçileya 2016an, tîmeke rojnamevanî şande korbendê û romala şanda Herêma Kurdistanê kir ku bi serokatiya Wezîrê Plandananê ya hikûmeta berê Elî Sindî bû.

Îsal jî kenal û sosyal medyaya Kurdistan24ê, bi hûr û wirdî pirs û nûçeyên girêdayî korbendê çalakî, civîn û hevdîtinên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û mijarên girêdayî Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê dişopîne.