Firokeyên bêfirokvan ên Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên bêfirokvan ên Tirkiyê kampa PKKê li Mexmûrê bombebaran dikin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, di bombebaranê de otomobîleke li nava kampê hatiye armanckirin.

Peyamnêrê me da zanîn, heta niha ziyanên bombebarana Tirkiyê li ser kampa PKKê li Mexmûrê nayin zanîn.

Ev yek di demekê de ye, îro danê sibeê du firokeyên bêfirokvan ên Tirkiyê otomobîlek li gundekî nêzîkî nahiya Axcelerê ya ser bi Çemçemalê ve bombebaran kir û di encamê de 5 kes hatin kuştin