Serok Barzanî: Muzefer El-Newab temenê ji bo Iraqekê ku mafên pêkhateyan tê de parastî be derbas kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî ji bi koça dawiyê ya helbestvanê Iraqî Muzefer El-Newab, peyameke sersaxiyê belav kir û hevxemiya ragihand û tekez kir, “Xwedêjêrazî hemû temenê xwe bi wêjeya xwe ya dilsoz ji bo Iraqeke demokratîk û Azad ku maf û pêkhateyan tê de parastî be derbas kir.”

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Iraq bi hemû pêkhateyên xwe, helbestvanekî mezin û têkoşerekî birêz winda kir. Xwedêjêrazî hemû temenê xwe bi wêjeya xwe ya dilsoz ji bo Iraqeke demokratîk û azad ku mafên pêkhateyan tê de parastî be derbas kir.”

Serok Barzanî got: “Muzefer El-Newab dostekî dilsoz ê gelê me yê Kurdistanê û doza gelê me bû û di jiyana xwe de bi tundî rûbirûyê zilm û stema dîktator çi li Iraqê û çi jî li derve dibû.”

Her wiha tekez kir: “Jidestdana xwedêjêrazî, ziyaneke mezin e û nayê qerebûkirin. Me qameteke mezin a niştiman û têkoşer ji dest da. Hêviya me ew e, wî li ser xaka xwe giyanê xwe yê pak bisparda, ne li sirgûniyê. Xwaziya ji piştî rûxana rêjîmê, girîngî pê hatiba dayîn û li şûna salên wî yên li xerîbiyê, hatiba qerebûkirin, ne tenê di merasîmeke mezin de pêşwazî li termê wî bike. Eger wiha hatiba kirin, bêguman ev kar dê pend waneyeke bo rêzgirtina li kesayetiyeke têkoşer ku hemû jiyana xwe ji bo gel û niştimanê fena kir, her wiha dê bibûya peyameke niştimanî ji bo hemû dahêner û sembolên Iraqê ên di warê wêje, bîr û zanistê.”