Êrîşî baregeheke serbazî ya Tirkiyê hat kirin

Şeva borî bi dronan êrîşî baregeha Zêlkan a hêzên Tirkiyê hat kirin û kuştî û birîndar hene.

Duhok (K24) – Şeva borî bi dronan êrîşî baregeha Zêlkan a hêzên Tirkiyê hat kirin û kuştî û birîndar hene.

Qaymeqamê Navçeya Şêxan Serdar Şêx Yehya ji K24ç re ragihand: “Şeva borî ji ber êrîşkirina ser serbazgeha Zêlkan, kesekî Kurd hat kuştin û tê gotin ku çend kesên din birîndar in.”

Li gor zanyariyên Peyamnêrê K24ê, kesê di êrîşê de hatiye kuştin, navê wî Xalid Ebdurehman Yûsif e, 22 salî ye û xelkê Kelekçî ye û ser bi Hêzên Pasevaniya Niştimanî ya Iraqê ye û li xwaringeha serbazgehê dixebitî.

Peyamnêrê me eşkere kir, ew hêza Pasevaniya Niştimanî ya Iraqê li nava serbazgeha Zêlkan a hêzên Tirkiyê, cihekî di destê wan de ye û erkê parastina yek deriyên serbazgehê li ser wan e.