Li Diyarbekirê pêşbirka Off-Road

Li navçeya Lîce ya Diyarbekirê yekem car pêşbirka Off-Roadê birêve çû.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li navçeya Lîce ya Diyarbekirê yekem car pêşbirka Off-Roadê birêve çû. Ji pênc bajaran 25 tîmên ku jinên pîlot jî di nav de beşdarî pêşbirkê bûn. Di pêşbirkê de dîmenên rengîn derketin holê. Wesayitên taybet di riya ku hatî astengirin re derbas bûn û ajokarên wesayitan hunera xwe nîşan dan.

Li navçeya Lice ya Diyarbekirê yekem car pêşbirka Off-Roadê hat lidarxistin. Çalakî, bi hevkariya Parêzgeriya Diyarbekirê û Şaredariya Bajarê Mezin hat kirin. Di pêşbirkê de pîlotên wesayitên Off-Roadê li ser riyên ku berbest li ser hatibûn çêkirin hunera xwe nîşanî temaşevanan dan.  Ajokaran gotin; ji ber ku li Diyarbekirê pêşbirkê dikin keyfxweş in.

Pîlota Off-Roadê Yasemîn Bîber Toker ji K24ê re diyar kir: “Em gelek keyfxweş in ku îro li Licê ne. Yekem car e ku ez têm Diyarbekirê, me jê gelek hez kir. Ji bo Off-Roadê pîlot jin be an mêr be ferq nake. Xelk dibêjin qey tenê mêr dikarin van wesayîtan bajon lê ez jî weke jinekê van wesayîtan baş diajom, jin di van pêşbirkan de serdikevin.”

Pîlotê Off-Roadê Zekeriya Kayiş jî got: “Dema ku em hatin Diyarbekirê û li bajêr geriyan me ji xwe re got gelo çima em hate niho nehatine vî bajarî.  Diyarbekir bi dîrok û mirovên xwe ve bajareke taybet e. Hêvîdarim xelkê Diyarbekir ji temaşekirina pêşbirkê keyfê bigire.”

Herwiha Pîlotê Off-Roadê Zûhat Koçera destnîşan kir: “Ez gelek keyfxweş bûm ku li herêma me jî çalakiyeke wisa xweş dest pê kir. Ev çend sal in ez jî hewl didim beşdarî pêşbirkên Off-Roadê bibim. Min çalakiyeke wisa gelek dixwest, îro bû nesîb.”

Ji bajarên wekî Stenbol, Antalya, Gîresûn, Sêwaz û Diyarbekirê 25 tîm beşdarî pêşbirka Off-Roadê bûn.  Pîlotên jin û mêr bi şêwazên ajotina xwe bala temaşevanan kêşan. Bi taybetî tîma Kulûba Çotanak ya Off-Roadê di pêşbirkê de hunera xwe pêşkêşî temaşevanan kir.

Welatiyekî Diyarbekirê got: “Em ji Diyarbekirê hatine da ku vê pêşbirkê temaşe bikin. Gelek xweş bû.  Ji ber vê pêşbirkê gelek bi heyecan im.”

Welatiyê bi navê Îbrahîm Çelîk jî diyar kir: “Ji bo ku temaşeyî vê pêşbirkê bikim ji Trabzonê hatim. Ev cara yekem e ev pêşbirk li vêderê tê lidarxistin. Hûn dibînin, zarok, gênc û pîr herkes li vir e. Ev çalakiyeke gelek xweş e.”

Parêzgarê Diyarbekirê Alî Îhsan Su got; Diyarbekir xwedî dîrokeke 12 hezar salan e û bi xwezaya xwe ji bo werzîşên xwezayê guncaw e.  Rayedarên bajêr dan zanîn ku bi pêşbirkên bi vî rengî danasîna bajêr jî tê kirin û ev yek kerta geştyariyê jî geş dike. Rayedaran gotin ku dê di demên pêş de jî çalakiyên bi vî rengî li dar bixin. Di dawiya pêşbirkê de pîlotên ku derece bidestxistîn hatin xelatkirin