Pêleke din a tozbarînê Herêma Kurdistanê digre

Beşa Pêşbîniya Keşnasiyê ya li Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê rewşa hewayê ragihand.

Hewlêr (K24) – Beşa Pêşbîniya Keşnasiyê ya li Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber tozbarîna li beşek ji deverên başûrê rojavayê Iraqê, tê pêşbînîkirin ku pêleke toz û xweliyê, Iraq û Herêma Kurdistanê bigre.

Hat diyarkirin ku bandora vê tozbarînê dê sibe duşemê 23ê Gulana 2022yan ve li ser deverên Herêma Kurdistanê zêde bibe û asta tozbarînê ji deverekê bo devereke din cuda be, tevî bilindbûna toz û xwelî, dê leza ba zêde bibe.

Keşnasiya Herêma Kurdistanê eşkere kir, di dema zêdebûna leza ba de, tê pêşbînîkirin ku asta tozbarînê ji deverekê bo devereke din biguhere.

Herwiha destnîşan kir, li parêzgeha Duhokê li gor deverên din asta tozbarînê dê kêmtir bibe, roja sêşemê jî bandora tozbarînê dê berdewam bibe û roja çarşemê bandora wê dê li navçeyan kêm bibe.