Li Diyarbekirê li dijî bikaranîna maddeyên hişbir çalakî hat lidarxistin

Armanca çalakiyê balkêşana ser berbendiya maddeyên hişbir bû ku bang li rayedaran û malbatan hat kirin ku derbarê vê mijarê de hestiyar bin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ji aliyê Komeleya Heyva Kesk ve çalakiya geşta bisîkletê hat li darxistin. Armanca çalakiyê balkêşana ser berbendiya maddeyên hişbir bû ku bang li rayedaran û malbatan hat kirin ku derbarê vê mijarê de hestiyar bin.

Li Diyarbekirê ji ber di demên dawîn de bikaranîna maddeyên hişbir zêde dibe çalakiyek bo balkêşana vê rewşa xeternak hat li darxistin.

Çalakî ji aliyê Komeleya Heyva Kesk ve hat organîzekirin û bang hate kirin ku bikaranîna maddeyên hişbir hem ji bo gêncan û hem jî ji bo civakê xetereyeke ciddî ye û divê hemû alî bi berpirsiyarî û bi hestiyarî tevbigerin.

Di çalakiyê ji biçûkan heta mezinan welatî li bisîkletê siwar bûn û ji Parka 75 a Navçeya Navendî Peyasê dest bi geştê kirin û bala civakê kêşandin ser maddeyên hişbir. Bi taybetî di demên dawîn de êdî li Diyarbekirê maddeyên hişbir ên bi cureyên bonzaî û metamfetamîn ku maddeyên sentetîk in û xeternak û kujendetir in tê dîtin û temenên kesên maddeyên hişbir bi kar tînin daketiye heta navbera 10-15 jî.