Iraqê ji ber tozbarînê sibe dewama fermî rawestand

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber hatina pêleke tozbarînê bi ser Iraqê de, biryar hat dayîn, sibe li tevahiya sazî û dezgehên hikûmeta Iraqê bibe betlane.

Sekreteriya Giştî ya Encûmena Wezîran a Iraqê îro di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî biryar da, sibe dewama fermî bê ragirtin û tenê fermangehên tendirustî, ewlekarî û xizmetguzariyan li ser erkên xwe bin.

Li gorî pêşbîniyên keşnasiyê, sibe pêleke tozbarînê bi ser Iraqê de tê. Lê ev biryar Herêma Kurdistanê nagire.

Ev nehemîn bahoza tozê ye ku di nav du mehan de bi ser Iraqê de tê.