Nêçîrvan Barzanî: Divê bi hev re kar ji bo berjewendiya vî welatî bikin

Serokê Herêma Kurdistanê: “Me daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir di hilbijartinan de û çareserîkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de alîkariya me bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji berê baştir e.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li bajarê Silêmaniyê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, pêwendiyên di navbera PDK û YNK de ji berê baştir e, şerê medyayî kêm bûye û hêvî dikin her nemîne.

Nêçîrvan Barzanî got jî: “Em îro hatine Silêmaniyê, ji bo beşdarî derçûna xuleya leşkerî bibin û ligel aliyan bicivin.”

Herwiha got: “Hevdîtina me bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî, Serokê Komla Dadgerî ya Kurdistanê Elî Bapîr û Tevgera Gorranê re hebûn. Di civînan bi awayekî giştî tekezî li ser wê hate kirin ku divê em bi hev re kar ji bo berjewendiya vî welatî bikin û hemû civîn jî di vê çarçoveyê de dibin.”

Derbarê Bexdayê de jî got: “Em daxwaz dikin pirsgirêk li ser binemaya destûrê bêne çareserkirin û hêvîdar in Bexda were ser xetê û pirsgirêkan di çarçoveya destûrê de bêne çareserkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a daxuyaniya xwe de got: “Me nameyek ji bo Netewên Yekgirtî nivîs û me daxwaz kir ku di pirsa hilbijartinan de û çareserîkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de alîkariya me bikin.”