Pedersen dema gera 8emîn a Komîta Destûrê destnîşan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen ragihand, gera nû ya danûstandinên Komîteya Destûrê, dê roja 28ê Gulanê li Cenêvê birêve biçin.

Pedersen duhî Yekşemê 22ê Gulanê piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad li paytexta Sûriyê, di daxuyaniyeke rojnamevanî ragihand, “Me behsa biryara lêborîna ku ji aliyê Serok Esed ve hatibû derkirin kir. Bi hêvî me her pêşketinek di vê dosyayê de were kirin, em bên agahdarkirin.”

Derbarê lidarketina civînên Komîteya Destûrê de, Pedersen got: “Em ê civîna Komîteya Destûrê roja 28ê vê mehê li Cenêvê bikin. 15 endamên aliyê civaka sivîl, 15 endam ji aliyê hikûmetê û 15 endam ji aliyê opozîsyonê dê beşdar bin. Ez bi hêvî me ku ev hevdîtin erênî be.”

Ji aliyê xwe ve, Ajansa Nûçeyan a Sûriyê (SANA) diyar kir, Miqdad û Pedersen li ser xebatên ji bo xurtkirina aramiyê bi berfirehkirina çarçoveya lihevkirinan û çareseriyê li herêmên cuda yên Sûriyê gotûbêj kirin.

Komîteya Destûrê ya Sûriyê roja 25ê Adara borî karê gera heftemîn li Cenêvê bi dawî anî, bêyî ku kongireya dawî were lidarxistin.