Keşnasî hin rênimayên xweparastina ji tozbarînê belav dike

Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê hin rênimayên xweparastinê belav dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleke tozbarînê bi ser Herêma Kurdistanê de hatiye û Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê hin rênimayên xweparastinê belav dike.

Rênimayên xweparastina ji tozbarînê:

- Girtina derî û pencereyan û pakkirina cihê toz lê bariye.

- Ne ji bo karekî gelekî pêwîst be, divê kes ji malê dernekeve.

- Di dema derketina ji malê, divê mask bêne bikaranîn.

- Bêhtir av û şilavî bêne vexwarin û meywe û keskayî bêne xwarin.

- Di egera derketine her haleteke nexwastî de, welatî dikarin pêwendiyê bi hêla germ (122) re bikin.