Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Serokê Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî dicive

Tekezî li pêşvebirina hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Xaca Sor de ji bo alîkariya koçberan hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Gulanê di çarçoveya dîdar û civînên li perawîza Korbenda Aboriya Cîhanê ya Davosê ligel Serokê Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî Peter Maurer civiya.

Di civînê de, guftûgo derbarê kar, çalakî û hevkariyên Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin kirin û tekezî li pêşvebirina hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Xaca Sor de hate kirin ji bo alîkariya koçberan, bi taybet êwên ku xwedî pêwîstiyên taybet in.