Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Serokê Rêxistina JICA a Japonî dicive

Ligel Serokê Rêxistina JICA a Japonî civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Gulanê di çarçoveya dîdar û civînên li perawîza Korbenda Aboriya Cîhanê ya Davosê ligel Serokê Rêxistina JICA a Japonî ya ji bo Hevkariyên Navdewletî Akihiko Tanaka civiya.

Di civînê de, guftûgo derbarê kar û çalakiyên wê rêxistinê li Herêma Kurdistanê hatin kirin û tekezî li pêşvebirina hevkarî û hevahengiya di navbera her du aliyan de hate kirin, bi taybetî di warê girîngîpêdana bi sektora çandinî, bazirganî û teknolojyayê de.

Serokwezîrê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî (Facebook) belav kir: “Em dizanin ku Cotkarên me pêdiviya wan bi teknolojî û kerestên nûjen yên çandiniyê heye û bazirganî jî pêdiviya wê bi qerzên biçûk heye û herwiha kêmkirina bacê bo geşekirina xwedan karên nû û destpêşxeriyên girîng. Welatê Japonê xwedan têkiliyên dîrokî ye li gel xelkê me. Li gel Serokê ajansa JICA Japonî bo hevkariya navnetewî birêz Akahiko Tanaka me guftûgo derbarê çawaniya piştgîrîkirina vê armanca han kir.”