Li Îranê avahiyeke 10 qatî hilweşiya

Li bajarê Abadan a ser bi eyaleta Xuzistan a Îranê avahiyeke 10 qatî hilweşiya û gelek kes di bin de mane.
Îran
Îran

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Abadan a ser bi eyaleta Xuzistan a Îranê avahiyeke 10 qatî hilweşiya û gelek kes di bin de mane.

Li gor saziya Heyva Sor a Îranê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye, li herêma Tehlencî Emîrî ya bajarê Abadanê avahiyekî 10 qatî yaa navenda kar û firoşgehê hilweşiyaye.

Li eyalet û bajarên derdorê 4 tîmên rizgarkirinê ji herêmê re hatin şandin û hat ragihandin heta niha 4 kesan jiyana xwe ji dest dane, 55 kes jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku di nav birîndaran de zarokekî 10 salî jî heye û rewşa wî giran e.

Li aliyê din hat eşkerekirin ku peymankar û xwediyê wê avahiyê jî hatine girtin.