Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel şanda Behreynê civiya
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê ligel şanda welatê Behreynê civiya.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 23ê Gulanê di çarçoveya dîdar û civînên li perawîza Korbenda Aboriya Cîhanê ya Davosê, ligel şanda Şahnişîna Behreynê ya bi serokatiya Wezîrê Darayî û Aboriya Niştimanî Şêx Selman Bin Xelîfe Al Xelîfe civiya.
Di civînê de li ser pêşvebirina pêwendiyên dualî, bi taybetî di warê aborî û danûstandina bazirganî de gotûbêj hat kirin.