Li Rojavayê Kurdistanê 4 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên pêketin û canjidestana bi vîrûsa Koronayê ragihand.
Tîmeke tendirustî ya Rojavayê Kurdistanê
Tîmeke tendirustî ya Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên pêketin û canjidestana bi vîrûsa Koronayê ragihand.

Li gor daxuyaniya Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser 4 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin.

Hat ragihandin ku di 24 demjimêrên borî de ti kesî bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest nedaye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 38578 kesan, ji wan jî 1578 kesan jî canê xwe ji dest dane.