Moskow: 50 mûşekên atomî amade ne

Ajansa Esmanî ya Rûsî ragihand, di demeke nêz de Moskow dê bibe xwedî 50 mûşekên nû yên atomî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Esmanî ya Rûsî ragihand, di demeke nêz de Moskow dê bibe xwedî 50 mûşekên nû yên atomî, bi rêya wan dikarin hemû dijminan bixin nava "çala agir".

Serokê Ajansa Roskosmos Dmitry Olegovich Rogozin, ku nêzîkî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin e, ragihand: “Bi dehan mûşekên 'Sarmant 2' ji bo rûbirûbûna dijiminan amade ne, payîza bê dê werin belavkirin.”

Rojnameya Daily Mail a Brîtanî li ser vê mijarê ragihandiye, dirêjiya wan mûşekan bi qasî avahiyeke 12 qatî ye, giraniya wê 208 ton e, di dema ceribandinê de van mûşekan 7.9 metre cihek qul kir û bi panî 20 metre wêran kir.

Gefên Rûsyayê piştî derketina şerê Ukraynayê het ku diçe zêdetir dibin, ji ber vê yekê pêwendiyên Moskow û welatên rojavayê cîhanê aloz bûne, li hember wê, Amerîka û Ewropa jî piştevaniyeke mezin a maddî û serbazî dide Ukraynayê.