Jûra Bijîşkên Stenbolê xelata aştiyê da malbata Şenyaşar

Xelata Demokrasî, Aştî û Mafên Mirovî ya ku her sal ji aliyê Jûra Bijîşkên Stenbolê ve tê dayîn îsal ji malbata Kurd a Şenyaşar re hat dayîn.
Jûra Bijîşkên Stenbolê xeleta aştiyê da Emîne Şenyaşar
Jûra Bijîşkên Stenbolê xeleta aştiyê da Emîne Şenyaşar

Stenbol (K24) - Xelata Demokrasî, Aştî û Mafên Mirovî ya ku her sal ji aliyê Jûra Bijîşkên Stenbolê ve tê dayîn îsal ji malbata Kurd a Şenyaşar re hat dayîn.

Di 32yemîn merasîma xelatdayînê de ku li Stenbolê li ser navê bijîşk Sevînç Ozguner hat sazkirin, Emîne Şenyaşar ji destê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci xelat wergirt.

Emîne Şenyaşar banga edaletê kir û got: “Zilmeke mezin li me kirin, ji bo dadê min serî li dadgehê da, min serî li gelek deran dan lê hemû derî li me hat girtin. Em li mala xwe nikarin bisekinin. Eger mirin bê jî bila li ber dadgehê were. Êdî hêz û mecala min nema. Bila kurê min berdin. Li nexweşxaneyê mêr û lawê min kuştin. Nexweşxane kirin cîhê şer. Xwîna zarokên min li ser destê wan kesan e ku çûbûn nexweşxaneyê. Kurê min nû zewicîbû. Dad û wicdana vê hikûmet û dewletê tune. Ji ber ku li ber dadgehê em nobedê digirin bi awayeke tundî li me didin.”

BÛYERA MALBATA ŞENYAŞAR

Li navçeya Sirûca Rihayê di sala 2018an de dema bangeşeya hilbijartinan parlamenterê AK Partî Îbrahîm Halîl Yildiz li gel kesûkarên xwe serdana dikandaran kiribû bi endamên malbata Şenyaşar re nîqaş dike û piştre kesûkarên parlamenterî li gel malbata Şenyaşar pev diçin.

Di encama pevçûnê de birayekî parlamenter û ji malbata Şenyaşar jî 3 kes tên kuştin. Heta niha 4 kes hatine girtin.

Ji ber ku derbarê bûyerê de hin gumanbar nehatine girtin ji malbata Şenyaşar, Emîne Şenyaşar ku mêrê wê û du kurê wê ji aliyê kesûkarên parlamenterê AK Partî ve hatin kuştin li ber dadgeha Rihayê ji zêdeyî 441 roj in nobeda dadê digire da ku hemû gumanbar werin cezakirin.