DAIŞê li Kerkûkê êrîş kir: 5 kes hatin kuştin

Çekdarên DAIŞê li sînorê parêzgeha Kerkûkê êrîş kir ser hejmarek cotkaran.

Hewlêr (K24) – Çekdarên DAIŞê li sînorê parêzgeha Kerkûkê êrîş kir ser hejmarek cotkaran û di encama êrîşê de kuştî û birîndar hene.

Peyamnêrê K24ê yê li Kerkûkê ragihand, çekdarên DAIŞê li başûrê parêzgeha Kerkûkê êrîşî hejmarek cotkarên Tirkmen ên ji mezheba Şîe kir.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê K24ê, DAIŞê êrîşî gundê Beşîr kir û li gor zanyariyên destpêkê, 5 kes hatin kuştin û hejmarek wesayîtên cotkaran jî hatin şewitandin.

Herwiha eşkere kir, çekdarên DAIŞê di dema dirûna berhemên çandiniyê de êrîş kir û ew pênc kesên hatine kuştin, ji cotkar û Heşda Şeibî yên li navçeyê ne.