DAIŞê li Mûsilê êrîş kir

Hewlêr (K24) – Li başûrê bajarê Mûsilê, çekdarên DAIŞê êrîşî hêzên Heşda Şeibî kir û di encamê de heft çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.
Li gor zanyariyên çavkaniyên ewlehiyê yên li Mûsilê, çekdarên DAIŞê rewşa hewayê û pêla tozbarînê ya li Iraqê weke derfetek dîtiye û êrîşî yekîneyên serbazî û ewlehiyê yên Iraqê kirine.
Şaneya Ragihandinê ya Heşda Şeibî diyar kir, hêzeke ser bi Lîwaya 44 a Heşda Şeibî rûbirûyî êrîşeke DAIŞê bûye û li gor daxuyaniyê, êrîş li sînorê navçeya El Hezer rûdaye.
Çekdarên DAIŞê vê êvarê li gundê Beşîr yê ser bi parêzgeha Kerkûkê jî êrîş kire ser yekîneyeke Heşda Şeibî û di encama rûbirûbûna wan de 5 kes hatin kuştin, ku ji wan du kes welatiyên sivîl bûn.