Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Mîrê Qeterê civiya

Geşedanên herî dawî yên li Iraq û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Qeterê hatin gotûbêjkirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî li Davosê civiyan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 23ê Gulanê, li Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davosê, ligel Mîrê Dewleta Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî civiya.

Di civînê de guherîn û geşedanên herî dawî yên li Iraq û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Qeterê hatin gotûbêjkirin.