"Herêma Kurdistanê bûye çavkaniyeke girîng a enerjiyê"

Serdar Mûsa Şerîf ji Swêdê beşdarî bultena K24ê bû û li ser Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davosê û girîngiya beşdarbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di vê korbendê de, axivî

Hewlêr (K24) – Pisporê Siyaseta Navdewletî Serdar Mûsa Şerîf ragihand, Herêma Kurdistanê ji ber dewlemendiya xwe ya bi petrol û gazê, kariye li ser asta navçe û cîhanê, pêgehek ji bo xwe çêbike û di warê enerjiyê de bibe çavkaniyek.

Serdar Mûsa Şerîf li bajarê Malmo yê Swêdê beşdarî bultena K24ê bû û li ser Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davosê û girîngiya beşdarbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di vê korbendê de, axivî.

Şerîf destnîşan kir ku piştî 2 sal paşketina vê korbendê ji ber bandorên Covid-19ê, îsal careke din ev çalakiya cîhanî dest pê kir û girîngiyeke mezin a vê korbendê di bihêzkirina pêwendiyên navdewletî de heye.

Pisporê Siyaseta Navdewletî Serdar Mûsa Şerîf eşkere kir: “Beşdarbûna Herêma Kurdistanê li vê korbendê weke herêmeke girîng di çarçoveya Iraq û Rojhilata Navîn de, bandoreke mezin li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên ligel welatên cîhanê dike, ku bikare di Korbenda Davosê de wan pêwendiyên ligel welatên zilhêz ên cîhanê bo qonaxeke baştir pêşve bibe.”

Serdar Mûsa Şerîf destnîşan kir, Herêma Kurdistanê li Iraq û Rojhilata Navîn, ji ber dewlemendiya bi petrol û gazê, kariye li ser asta navçe û cîhanê bi giştî, pêgehek ji bo xwe çêbike û kompaniyên mezin ên cîhanê rakişîne Herêma Kurdistanê û bibe çavkaniyek di warê enerjiyê de.