Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bersive grûpeke deryasayî ya Iraqê dide

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê: Her destdirêjek li ser Herêma Kurdistanê were kirin, dê baceke giran jê re hebe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bersiva grûpa bi navê (Desteya Hevrêziya Berxwedana Iraqê) dide û tekez dike, her destdirêjek li ser Herêma Kurdistanê were kirin, dê baceke giran jê re hebe.

Daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê:

Grûpeke deryasayî ya bi navê Desteya Hevrêziya Berxwedana Iraqê ku ji me ve zelal û aşkere ye kî wan han dide, di daxuyaniyekê de komet tometên bê bingeh davêjin û gefê li Herêma Kurdistanê dixwin.

Ev gef ne nû ne û bi kirdarî heta niha li deverên cuda yên Iraqê çi ji destê wan hatiye, li dijî hêzên derve kirine û berhemên wan ji bo Iraqê tenê wêranî û alozî bûye.

Ji vir ve em bi wan radigihînin ku her destdirêjeyek li ser Herêma Kurdistanê ku statuyeke destûrî ya nava Iraqê de ye, dê baceke giran jê re hebe. Wan wane ji dîrokê wernegirtine, eger na ew dizanin ku hêzên ji wan mezintir û biçektir nekarîn vîna gelê me bişikanda.

Ev grûpên deryasayî li ser serwerî û aramiya Iraqê gef in û her wan zemîn ji bo belavbûna terorê û hizra tundrewiyê xweş kirine.

Artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge li dijî teroristan mijûlî karê hevbeş in û ev grûp jî mijûlî fîtne, alozî û wêrankariyê ne.

Hikûmeta Federal berpirs e serweriya Iraqê biparêze û astekê ji van zêdegavî û dijminkariyan re deyne.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê

23/5/2022