Hêzên Amerîka li firokxaneya Bexdayê rastî êrîşekê hat

Navenda Nûçeyan (K24) – Binkeya leşkerî ya Vîktorya li Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê bi riya droneyekê rastî êrîşê hat.

Jêderekî ewlekariyê li Bexdayê ragihand, îro danê sibê bi droneyekê êrîş li ser binkeya Vîktorya ya li Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê dikeve hate kirin.

Li gor wî jêderî, sîstema berevaniya asmanî di hundirê firokxaneyê de hate aktîvkirin û dengê zengilê hişyariyê li firokexaneyê hat bihîstin.

Ev baregeh li Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê û beşek ji hêzên Amerîka lê ye, berê çendîn caran rastî êrîşên mûşekî û droneyan hatiye, piraniya wan êrîşan jî komên çekdar ên ser bi Îranê ve girtine ser xwe.