Firokeyeke şer a Îranê kete xwarê

Di encamê ketina firokeyê de her du firokvanên wê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyeke şer a Îranê li rojhilatê bajarê Esfehanê kete xwarê û di encamê de her du firokvanên wê canê xwe ji dest dan.

Li gor medyaya Îranê, firokeyeke Îranê ya ji cureya F-7 a Çînî, îro danê sibê dema di rahênanê de bû îro li rojhilatê bajarê Esfehanê li kete xwarê.

Diyar kir jî, di encamê de pîlotê wê û alîkarê wî canê xwe ji dest dan.

Rayedarên Îranê destnîşan kirin, ji bo tespîtkirina sedema vê bûyerê, dest bi lêkolînan kirine.

Berê kî çend caran firokeyên şer ên Îranê li ser xaka xwe ketine xwarê, ji wan jî roja 2ê Hezîrana 2018an firokeyeke din a F-7 li naçeyeke Esfehanê ketibû xwarê, lê firokvanên wê karîn xwe rizgar bikin.