Erdogan: Plana avakirina herêmeke ewle li ser sînorê mê yê başûr li cihê maye

Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin, dema amadekariyên wan temam bibin, ew ê li Rojavayê Kurdistanê dest bi operasyonê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin, plana wan a avakirina herêmeke bi 30 kîlometre kûrahî li Rojavayê Kurdistanê li cihê maye berdewam dibe û ew ê roja Pêncşemê di civîna Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Tirkiyê de biryarê bidin. Armanca wan a sereke, ew deverên ku êriş li wan tê kirin dibe. 

Kabîneya Serokomariya Tirkiyeyê bi serokatiya Recep Tayîp Erdogan civiya. Helwestên Tirkiyê derbarî serlêdanên Swêd û Fînlanda ji bo endamtiya NATO, pêwendiyên Tirkiye û Yunanê, rewşa navxwe û aboriya Tirkiyê hatin gotûbêjkirin.

Piştî civînê Serokomarê Tirkiyeyê da xuyakirin, plana avakirina navçeyeke bi kûrahiya 30 kîlometre li rojavayê Kurdistanê li cihê maye dê berdewam be.

Erdogan got: “Karê me yê avakirina herêmeke ewle bi kurahiya 30 kîlometre li ser sînorê mê yê başûr berdewam dibe. Ew deverên ku êriş li ser herêmên ewle û welatê me tên kirin, armancên sereke yên operasyona me ne. Dema Artêşa me, MÎT û Polîs amadekariyên xwe temam kirin, dê operasyon destpê bike. Roja pêncşemê, di civîna Encumena Asayîşa Neteweyî de emê biryar bidin.”

Serokomarê Tirkiyê dibêje, di demên dawî êrişên li ser herêmên di bin kontrola wan zêde bûne û ew ê destpêkê cihên êriş li wan tên kirin bikin armanc.

Artêşa Tirkiyê roja 9’ê Cotmeha 2019 êrîş li Girê Spî û Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kiribû, piştî şerên dijwar ew her du navçe dagîr kiribûn, piştre jî bi hewlên Amerîka û Rûsya agirbest hatibû ragihandin.