Mesrûr Barzanî li Davosê di panelekê de beşdar dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Gulana 2022an, li Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê di panelekê de beşdar dibe.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê derbarê de li Twittera nivîsî, ew ê di panelê de ligel Wezîrê Derve û Karûbarên Koçberan Eymen Sefedî, Wezîrê Derve yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan û Wezîrê Derve yê Kuwêtê Ehmed Nasir El-Mihemed El-Subah behsa pirsgirêk û derfetên Ewlekariya Rojhilata Navîn bikin.
Looking forward to speaking alongside DPM/FM @AymanHsafadi, FM Ahmed Nasser Al-Mohammed Al-Sabah, and HH FM @FaisalbinFarhan about the security challenges and opportunities in the Middle East at #WEF22 today. pic.twitter.com/qlpp7PrkY5
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) May 24, 2022
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî li perawîza Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê ligel hejmarek ji şandên welatên cîhanê û rêxistinên navdewletî civiya bû, yek ji wan hevdîtinan jî, ligel Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî bû.
Her wiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro jî li perawîza Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê, hejmarek hevdîtinan dike û beşdarî panelekê bi navnîşana “Pêkhateyeke Nû ya Asayişê li Rojhilata Navîn” dibe.