Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Wezîrê Derve yê Urdinê civiya

Tekezî li girîngiya firehkirina derfetên pêwendî û hevahengiya hevbeş di navbera her du aliyan de bi taybetî di warên çandinî û tendirustiyê de hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Gulana 2022an di çarçoveya civîn û hevdîtinên li perawîşa Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê, ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen El-Sefedî civiya.

Di civînê de, guftûgo derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de û tekezî li girîngiya firehkirina derfetên pêwendî û hevahengiya hevbeş di navbera her du aliyan de bi taybetî di warên çandinî û tendirustiyê de hate kirin.