Mesrûr Barzanî li Davosê: Biryara Dadgeha Federal siyasî ye û em cîbicî nakin

Biryara Dadgeha Federal siyasî ye û em cîbicî nakin

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê di paneleke hevbeş de ligel wezîrên derve yên Erebistana Siûdî, Urdin  Kuweytê, ragihand; kêşe bi hev ve girêdayî ne û bandora wan tenê li cihekî sînordar ranaweste û zêde dibe. Herwiha diyar kir, ew êrîşên mûşekî yên bi ser Hewlêrê de hatin kirin, çend armancên wan hebûn.

Di panelê de ku li jêr navnîşana “Pêkhateyeke Nû ya Asayişê li Rojhilata Navîn” birêve çû, li ser bandora qeyranan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez di wê baweriyê de me ku bandora kêşeyan tenê li cihekî ranawestin, kêşeya ku li Ukraynayê heye, bandora wê li ser hemû cîhanê heye, bandora wê eşkere ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Nabe kêşe bi paşguhkirinê were çareserkirin, kêşeya asayîşa xurekê derketiye holê, rêya herî baş ew e ku çareseriyeke hevbeş bi awayekî aştiyane ji bo vê kêşeyê were dîtin.

Pêşkêşkara Kanala CNBC û Rêvebera Panelê: Cenabê Serokwezîr, em dixwazin li ser êrîşên mûşekî biaxivin, gelo hûn nikarin berevaniya xwe biklin, hevbeşên we yên li Encûmena Hevkariya Kendavê li vir in, peyama we çi ye ji bo Îran û welatên Erebî, hûn dikarin çawa hevkar bin?

Mesrûr Barzanî: Divê em bi giştî li ser vê mijarê biaxivin, bi taybetî asayîşa navçeyê. Bêguman ev êrîş ji ber tunebûna fêmkirina baş qewimî. Hinek welat, meyla wan a sepandina hejmûna xwe bi ser welatên din de heye. Di wê hilbijartinê de ku Cotmeha borî birêve çû, xelk biryar da çi cûre Iraqekê dixwazin, hevpeymanî hat pêkanîn, weke her hilbijartinên demokrat serketî û binketî hene.

Ewên bi ser ketin, mixabin nekarîn hikûmetê pêk bînin. Çimkî Iraq yekane nimûne ye li cîhanê ku divê du li ser sê dengên we hebin, egerna hûn nikarin hikûmetê pêk bînin. Dibe ku ew êrîşên mûşekî weke zextek hatibin bikaranîn li ser endamên wê hevpeymaniya ku di navbera Kurd, Sunne û Şîe de hat pêkanîn, da ku ji vê hevpeymaniyê vekişin. Peyameke din jî hebû, ku hejmûna welatan li ser Iraqê berdewam e. Ji bo sînordarkirina van êrîşan pêwîstî bi hewleke berfireh a welatên navçeyê û civaka navdewletî heye, bi Amerîka û wan welatan jî, ku berjewendiya wan li Iraqê heye.

Divê rêz li serweriya Iraqê were girtin. Em li Iraqê dixwazin careke din serweriya xwe bi dest bixin. Loma divê hewldan bi awayekî bin ku zêdebûna hejmûnê li Iraqê xirab e. Hemû tiştên ku me dîtin, tenê hêvî ye ji bo çareserî pêk were, lê belê bi awayekî pratîk ti pêngavek nehatiye avêtin ji bo ku Iraq xwedî serweriya xwe be û berevaniyê li xwe û serweriya xwe bike û nebe meydanek ji bo êrîş li ser werin kirin, mûşek werin arastekirin û aliyên ser bi welatên din ajendaya xwe tê de cîbicî bikin.

Pêşkêşkara Kanala CNBC û Rêvebera Panelê: Cenabê Serokwezîr, tiştê îro li Bexdayê rûdide, gelek pirsyar di xwe de dihewîne, pirsa li ser petrola Iraq û Kurdistanê heye, li ser biryara Dadgeha Federal, herwiha behsa kêşeyên siyasî jî tê kirin, gelek caran tê gotin ku tirs li ser dirustbûna Hîlala Şîe heye, welatên Kendavê jî tirsa wan heye, ev çi bandorê li ser asayîşa Rojhilata Navîn dike?

Mesrûr Barzanî: Dema hûn asayîşa rojhilat dinêrin, ew gefên hene; El Qaîde ye, DAIŞ e, petrol e, an her pirseke din e, divê em li sedemên wan binêrin, çima van kêşeyan serî hildane? Li Iraq eger em li rewşa giştî binêrin, em dibînin ku çendîn biryarên xelet ên siyasî hebûne, ku sedema serîhildana qeyranan in. Ji wan; qeyrana petrolê, paşguhkirina destûrê, hebûna hejariyê, nedadperwerî, newekhevî, biryarên xelet, hikûmeta xirab û birêvebirina şaş, bûne sedema serîhildana kêşeyan.

Min di destpêkê de got, ez bawer nakim Iraq welatekî serbixwe ye û biryarên xwe bi awayekî serbixwe dide, ji aliyê welatên derve bandor li ser wê hatiye xistin û sedemên derekî dest dane ser. Dostên me dibêjin bila Iraq bi xwe biryara xwe bide, lê belê Iraq heta niha bi xwe biryar nedaye. Gelek derz hene û welatên din wan derzan tije kirine. Divê hemû dostên Iraqê hewl bidin û ji wê yekê bawer bin ku xelkê Iraqê bi xwe çarenûsa xwe hildibijêrin, dema ev pêk were û rêz li destûrê were girtin, ev pakêteke mezin e ji bo hemû welatan û destûreke me heye, mixabin hatiye paşguhkirin, maddeyên ku girîng in hatine paşguhkirin, jêbirina neteweyî hatiye cîbicîkirin, ev bûye sedem ku deverên dûr bibin hevkarê terorê, çimkî hatine paşguhkirin û mafên wan nehatine cîbicîkirin.

Îro jî ew biryara siyasî ya bi navê saziyeke yasayî ku jê re dibêjin Dadgeha Federal, hatiye derkirin, bi navê yasayê ve hatiye kirin, lê belê ti kêşeyek çareser nake, Iraq gelek kêşeyên wê hene, pêwîst nake kêşeyên din werin derxistin.

Pêşkêşkara Kanala CNBC û Rêvebera Panelê: Gelo hikûmeta we rêz li biryara Dadgeha Federal digre li ser kompaniyên petrolê?

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta min, desthilata me ya tam heye, Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamento û Serokatiya Herêmê û desthilata dadwerî, hemûyan ev biryar red kirin, çimkî biryareke siyasî bû, ne yasayî û li gor destûrê nebû, li gor yasa û maddeyên destûrê nebû, ew sazî jî li gor destûrê nehatiye damezrandin û ev biryar siyasî ye û ewa ku jê re tê gotin, aliyekî yasayî der kiriye, nexêr ev navçeyek û cihek nîne ku em bikarin vê biryarê pesend bikin, çimkî binpêkirina destûra Iraqê û mafên me yên destûrî ye, destûr di ser hemû tiştan re ye, bêguman em pabendî destûrê ne û em erkên xwe cîbicî dikin, lê belê em nahêlin mafên me werin binpêkirin.