"Kurd dikarin li Davosê ji guherînên cîhanê sûdê werbigrin"

Beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davosê de, bala şîrovekarên siyasî û şarezayên warê enerjiyê dikşîne.
Rêveberê Bernameyên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê yê li Enstîtuya Aştî ya Amerîkayê Dr. Elie Abouaoun
Rêveberê Bernameyên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê yê li Enstîtuya Aştî ya Amerîkayê Dr. Elie Abouaoun

Hewlêr (K24) – Beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davosê de, bala şîrovekarên siyasî û şarezayên warê enerjiyê dikşîne, ku Herêma Kurdistanê weke çavkaniyeke girîng, pêşve gav diavêje.

Rêveberê Bernameyên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê yê li Enstîtuya Aştî ya Amerîkayê yê li Tûnisê Dr. Elie Abouaoun ji K24ê re ragihand, çalakiyên Davosê gelek girîng in, bi rêya Davosê dikarin pêwendiyên dîplomatîk ên navdewletî pêşve bibin, herwiha Davos derfeteke girîng e, da ku Kurd ligel gelek aliyên cîhanî pêwendî pêk bîne.

Elie Abouaoun destnîşan kir: “Ez di wê baweriyê de me ku Kurd dikarin sûdê ji van guherînên bilez ên cîhanê werbigre, bi taybetî li Davosê, vê carê tekezî li enerjî û guherînên keş û hewayê dike, loma ji bo Herêma Kurdistanê derfet hatiye pêş, da ku dengê xwe bigihîne.”

Abouaoun eşkere dike: “Kurd dikarin bi rêya enerjiyê rola xwe bilîzin, Kurdistan dikare enerjiyê bişîne Ewropayê, tevî welatên din bibe dabînkarê enerjiya navdewletî.”