Wezîrê Derve yê Tirkiyê piştî 15 salan serdana Îsraîlê dike

Pêwendiyên Îsraîl û Tirkiyê piştî salên dirêj, niha ji proseyeke asayîbûnê derbas dibin.
author_image Nalin Dîrî
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu îro (25.05.2022) serdana Îsraîlê dike. Pêwendiyên Îsraîl û Tirkiyê piştî salên dirêj, niha ji proseyeke asayîbûnê derbas dibin. Ev 15 sal in ev yekem car e, Wezîrê Derve yê Tirkiyê diçe Îsraîlê. Çavûşoglu li Îsraîlê dê bi hevtayê xwe Yaîr Lapîd re bicive.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu roja çarşemê, piştî 15 salan yekem seredana di asta wezîran de ber bi Israîlê ve birêve dibe. Tê çaverêkirin di seredana Çavûşoglu û hevdîtina wî ya bi Wezîrê Karên Derve yê Israîlê Yaîr Lapîd de, ji nû ve şandina balyozan ji paytextên hev dû re, û derfetên hevkariya liser xaza li Deryaya Naverast werin gengeşekirin. Beriya seredana xwe ya Israîlê Çavûşoglu, seredana Felistînê dike, di meha Sibatê de jî Peyvdarê Serokkomariya Tirkiyê rojekê beriya seredana xwe ya Israîlê heman tişt kiribû. Şarezayên babetê ev yekê wiha dinirxînin.  

Serokê Înstîtûya Siyaseta Derve (DPE) Prof. Huseyîn Bagci ji K24ê re diyar kir: “Piştî peymanên Îbrahîm, di siyaseta Rojhilata Navîn ya Tirkiyê de guherînek mezin çêbû. Tirkiye niha proseyek sererastkirina pêwendiyên bi dewletên li deverê re birêve dibe, û ya baş jî bo Tirkiyê ev e. Bi salan e Tirkiye li hemberî Îsraîlê lalî Felistînê diraveste. Niha li aliyekê Tirkiye hewla parastina ev pozîsyonê dide him jî girîngiya pêwendiyên baş bi Îsraîlê re tê gihîşt, û pêngavên li dijî Îsraîlê ji paş ve dikişîne.”

Li aliyê din beşek ji şarezayan jî egera hevkariya di qada Deryaya Naverast de, wiha dinirxînin.

Serokê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) Prof. Ahmet Uysal ji K24ê re eşkere kir: “Serdana Îsraîlê di demek gelek tevlîhev de birêve diçe .Guherînên girîng niha di pergala navdewletî de rû didin. Erê, kêşeyeka Ewropayê ya enerjiyê heye ji loma hevkariya Tirkiye û Îsraîlê girîng e. Lê belê tenê babeta xaza li Deryaya Naverast sedema ev seredanê nîne. Guherînên di balansên deverî de jî gelek mûhîm in.”

Ji sala 2009an pê ve pêwendiyên dîplomatîk yên Tirkiye û Îsraîlê ber bi xirabûnê ve çûbûn. Di xirabûna pêwendiyên dûalî de, bûyera Davosê, keştiya bi navê Mavî Marmara, û proseya Bihara Ereb rolên sereke lîstibûn. Tirkiyê sala di 2020an da asayîbûna dewletên Kendavê bi Îsraîlê re wek “xiyanet li hemberî doza Filistînê” binav kiribû.