Li Hewlêrê 1emîn Pêşangeha Navdewletî ya Avahîsaziyê birêve diçe

Bi beşdariya 210 kompaniyên biyanî û navxwe, 1emîn Pêşangeha Navdewletî ya Avahîsaziyê ji bo pêşkêşkirina berhemên pîşesaziyê û hevkariya projeyên veberhênanê û avahîsazî û kompaniyan hat vekirin

Hewlêr (K24) – Li Hewlêrê bi beşdariya 210 kompaniyên biyanî û navxwe, 1emîn Pêşangeha Navdewletî ya Avahîsaziyê ji bo pêşkêşkirina berhemên pîşesaziyê û hevkariya projeyên veberhênanê û avahîsazî û kompaniyan hat vekirin, armanca mezin a pêşangehê ew e ku karê avahîsaziyê li Herêma Kudistanê were baştirkirin.

Welatê Çînê di vê pêşangehê de para mezin wergirtiye û zêdetirî 40 kompaniyên wî welatî beşdar in, armanca Çînê ew e ku berhemên xwe yên li Herêma Kurdistanê pêşve bibe.

Konsulê Giştî yê Komara Çînê ji K24ê re diyar kir: “Em kêfxweş in ku di Pêşangeha Avahîsaziyê ya Hewlêrê de beşdar in, hevahengiyeke bihêz a Çînê ligel Herêma Kurdistanê heye, ji bo vê pêşangehê nêzîkî 40 kompaniyên Çînî beşdar in û em hêvî dikin di warên aborî û bazirganiyê de hevahengiyên me yên zêdetir hebin, herwiha asta pêwendiyên bazirganiyê ya navbera Herêma Kurdistanê û kompaniyên Çînî, bihêztir bikin.”

Li Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê berhemîn pîşesaziyê û brandên herî nû yên biyanî têne pêşkêşkirin.

Serokê Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê Soran Qadir ji K24ê re eşkere kir: “Kompaniyên ku beşdarî pêşangehê dibin, kompaniyên baş in û bi kalîteya baş beşdar bûne. Em hewl didin ew kompanî şax û kargehên xwe li Herêma Kurdistanê vekin, berhemên xwe bînin Kurdistanê, da ku derfetên kar zêdetir pêk werin, ku yek ji armancên me yên sereke ye.”

1emîn Pêşangeha Navdewletî ya Avahîsaziyê ya Hewlêrê dê 3 roj bidome, 210 kompanî beşdar bûne, 30 kompaniyên xwemalî û 180 kompaniyên din jî, ji Çîn, Misr, Îran û Tirkiyê ne. Kalîteya alavên avahîsaziyê û pêşkêşkirina berhemên pîşesaziyê û hevkariya projeyên veberhênanê û avahîsaziya kompaniyan, armancên pêşangehê ne.