Iraq: Kampa Holê metirsiyeke mezin e

Ji welatên Ewropayê daxwaz dike ku welatiyên xwe ji wê kampê werbigrin.
Kampa Holê
Kampa Holê

Hewlêr (K24) – Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî ragihand, Kampa Holê metirsiyeke mezin e û ji welatên Ewropayê daxwaz dike ku welatiyên xwe ji wê kampê werbigrin.

Qasim Erecî di civînekê de ligel şandeke Parlamentoya Ewropayê û Balyozê Yekîtiya Ewropa yê li Iraqê behsa metirsiyên ewlehiyê kir û got: “Kampa Holê metirsiyeke mezin li ser navçe û cîhanê dirust kiriye.”

Erecî daxwaz kir ku hemû welatan welatiyên xwe yên li wê kampê werbigrin û li welatê xwe dadgehî bikin û ceza bidin, her weke Iraq biryar daye welatiyên xwe werbigre.

Herwiha eşkere kir: “Bilezkirina di girtina wê kampê de seqamgîriya ewlehiyê misogertir dike.”

Kampa Holê li parêzgeha Heseke ya Rojavayê Kurdistanê ye, 56 hezar û 154 kes tê de dijîn, ku 29 hezar 142 kesên Iraqî, 18 hezar û 903 kesên Sûrî û 8109 jin û zarokên çekdarên DAIŞê ne,