Ukrayna bi droneke nû tankên Rûsyayê têk dibe

Cara ewil Kîev droneke nû ji bo têkbirina tankên Rûsyayê bi kar tîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî destpêkirina êrîşa artêşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê, cara ewil Kîev droneke nû ji bo têkbirina tankên Rûsyayê bi kar tîne, ku rasterast tankan dike armanc.

Artêşa Ukraynayê vîdeoyek belav kir, ku bi rêya dronê tankeke Rûsyayê têk dibe, ku ev cara ewil e Ukrayna wisa rûbirûyî tankên Rûsî dibe.

Di vîdeoyê de tê dîtin ku tankeke artêşa Rûsyayê tê armanckirin û dûman jê radibe.

Artêşa Ukraynayê ragihandiye ku drona "kamîkaze" teqemenî hildigre û rasterast tanka dijminan têk dibe, bi awayekî ziyan digihîne ku nayê tamîrkirin.