Daxuyaniya Kalin li ser hevdîtina bi şandên Swêd û Fînlandayê re

Kalin: Eger pirsgirêkên me yên ewlehiyê bi gavên berbiçav neyên çareserkirin, proseya tevlîbûna her du welatan bo NATOyê bi pêş nakeve.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan Îbrahîm Kalin tekez kir, eger metirsiyên ewlehiyê yên Tirkiyê bi gavên berçav di nav demeke diyarkirî de neyên çareserkirin, proseya endametîbûna Swêd û Fînlandayê bo NATOyê pêş nakeve.

Bi armanca gotûbêjên derbarê serlêdana Swêd û Fînlanda bo endamtiya NATO, şandek ji her du welatan îro Çarşemê serdana Tirkiyeyê kir û bi şandeke Tirkiyê re civiyan.

Piştî civînê, Îbrahîm Kalin ji rojnamevanan re ragihand, “Serîlêdana Swêd û Fînlandayê ya ji bo endamtiya NATOyê, ji bo her du welatan û NATOyê xaleke dîrokî ye.

Derbarê helwesta Tirkiyê de jî Kalin got: “Divê li dijî rêxistinên terorê û propagandaya wan yên li wir, gavên berbiçav bên avêtin.

Got jî: “Me daxwazên xwe yên derbarê radestkirina tawankaran ji her du welatan xist rojeva civînê. Me got ku Partiya Yekîtiya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Gel, ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê ve ne.”

Her wiha Kalin tekez kir, eger metirsiyên ewlehiyê yên Tirkiyê bi gavên berbiçav neyên çareserkirin, proseya tevlîbûna her du welatan bo NATOyê bi pêş nakeve.

Derbarê helwesta şandeyên Swêd û Finlandayê de jî Kalin got: “Şanda her du welatan peyama me wergirt, ew ê bi serokên xwe re daxwazên me gotûbêj bikin û dê bersiva me bidin.”