Nicky Malim fêrî Kurdî bûye û li bajarên Bakurê Kurdistanê digere
Diyarbekir (K24) - Jineke Brîtanî ya bi navê Nicky Malim, fêrî zimanê Kurdî bûye û niha li bajarên Bakurê Kurdistanê digere ku çand û dîroka Kurdan ji nêz ve binase. Nicky bi zaraveyê Kurmancî yê Kurdî diaxive û niha hewl dide ku fêrî zaraveyê Zazakî jî bibe.
Nicky Malim, 79 salî ye, ji Birmingham a Brîtanyayê ye û 30 sal in li Albenia ango Arnavutlukê dijî. Di sala 1991an de dema dîmenên koçberiya Kurdên Başûrê Kurdistanê yê ji ber desthilatdariya Sedam Husên di cîhanê de deng vedide, ev yek bandorek mezin li wê dikê û dibêje wê deme wê ji bo Kurdan dia kiriye û paşê biryar daye fêrî Kurdî bibe û serdana bajarên Kurdan bike da ku Kurdan ji nêz ve binase.
Nicky Malim dibêje dîrokek qedîm û çandeke dewlemend a Kurdan heye û ew kêfxweş e ku derfeta wê çêbûye şûnwarên dîrokî û bedew yên Bakurê Kurdistanê de geştê bike.
Dosta Kurdan Nicky Malim ji K24ê re diyar kir: “Min her dem ji bo Kurdan dia kir. Di sala 2015an de min dest bi fêrbûna Kurdî kir. Paşê min xwest ez li bajarên Kurdistanê geştê bikim û Kurdan ji nêz ve binasim.”
Nicky Malim ji geştê hez dike û piştî ku malnişîn bûye derketiye geştê û derdora 20 welatan geriyaye û li Bakurê Kurdistanê jî li 7 bajaran geriyaye.
Malim bi taybetî ji çanda dengbêjiyê ya Kurdan hez dike ku di dema geşta xwe ya Bakurê Kurdistanê de guhdarî dengbêjan jî dike. Nicky Malim amaje dike ku şûnwarên dîrokî yên Diyarbekirê gelek bedew in û her wiha xelkê Diyarbekirê jî mêvanperwer in û dide zanîn ew dixwaze hejmara bajarên Kurdan yên lê geştê dike zêdetir bike.
Nicky Malim destnîşan kir: “Ji bo min Diyarbekir bajarek xweş e, xwedî çand e. Dîrokek qedîm e. Xelkê Diyarbekir gelek mêvanperwer in. Kolanên Diyarbekir xweş in. Ez ji dengbêjan gelek hez dikim.”
Malim li ser înternetê bi rêya online qasî derfetên wê têr kirine, fêrî zaraveyê Kurmancî yê Kurdî bûye. Dildara çand û zimanê Kurdî Nicky Malim di heman demê de fêrî zaraveyên wek Zazakî û Soranî yên Kurdî jî bûye û bala wê jî kişandiya ku pergala bişaftinê bandor li ser zimanê Kurdî kiriye û bikaranîna zimanê Kurdî di jiyana rojane de kêm bûye û bang dike ku ziman girîng e, divê Kurd xwedî li zimanê xwe derbikevin.