Ukrayna termên serbazên Rûsî ji bo vê mebestê kom dike

Ukrayna termên serbazên kuştî yên Rûsyayê li cihên ku cardin kontrol kirine, kom dike û ji bo nasîna nasnameyên wan, pişkinînê dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ukrayna termên serbazên kuştî yên Rûsyayê li cihên ku cardin kontrol kirine, kom dike û ji bo nasîna nasnameyên wan, pişkinînê dike.

Li gor zanyariyên ajansa Reutersê, artêşa Ukraynayê li bajarên ku cardin kontrol dike, termên kuştiyên serbazên Rûsî kom dike, piştre ji bo diyarkirina nasnameyên wan dişîne pişkinînê, da ku di siberojê de ji bo wergirtina dîlên xwe, bi kar bînin.

Herwiha hatiye destnîşankirin ku li navçeya Xarkîv a li bakurê rojhilatê Ukraynayê 60 termên serbazên kuştî yên Rûsyayê hatine komkirin, bi rêya trêna sarker ve, ber bi Kîevê hatine veguhestin.