Îsraîlê li hember yasaya Parlamentoya Iraqê bertek nîşan da

Îsraîl derxistina yasaya qedexekirina pêwendiyan li parlamentoya Iraqê şermezar dike û weke yasayeke dûrî rastiyê bi nav dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîl derxistina yasaya qedexekirina pêwendiyan li parlamentoya Iraqê şermezar dike û weke yasayeke dûrî rastiyê bi nav dike.

Wezareta Derve ya Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand: “Em biryara Parlamentoya Iraqê ya pesendkirina yasaya li dijî asayîkirina pêwendiyan û sepandina sizayê darvekirinê bi ser her kesekî pêwendiya wî ligel Îsraîlê hebe, şermezar dikin.”

Herwiha diyar kir: “Ev yasa Iraq û gelê wê ji rastiyê qut dike, serkirdeyên ku rêya rik û handanê hilbijart, zirar gihande gelê xwe.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de Wezareta Derve ya Îsraîlê ji gelê Iraqê daxwaz dike ku "piştevaniya vê helwesta tundrewiyê nekin".

Wezareta Derve ya Îsraîlê tekez kir: “Rêkeftinnameyên aştî û asayîkirina pêwendiya dewletên Ereb ligel Îsraîlê, aramî û vejîn e ji bo gelên navçeyê û siberoja Rojhilata Navîn desteber dikin.”

Roja pêncşemê 26ê Gulana 2022yan Parlamentoya Iraqê projeyasaya qedexekirina asayîkirina pêwendiyan ligel Îsraîlê bi piraniya dengên amadebûyan pesend kir.