YNK dê du biryaran bide

Îro li Silêmaniyê dîdara Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) birêve diçe.

Hewlêr (K24) – Îro li Silêmaniyê dîdara Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) birêve diçe û li ser siyaseta dahatû ya partiyê û çaksaziya di nav partiyê de gotûbêj were kirin, herwiha biryar e di vê dîdarê de YNK du biryarên sereke bide.

Dîdara YNKê îro 28ê Gulana 2022yan li Hola Werzişê ya Pêşmerge ya li Silêmaniyê dest pê dike û biryar e heta 1ê Hezîranê bîranîna damezrandina partiyê berdewam bibe, nêzîkî çar hezar kadro û endam û hemû endamên polîtburo û serkirdetiya YNKê dê beşdarî dîdarê bibin.

Piştî bûyerên 8ê Tîrmeha 2021ê ku Hevserok Lahûr Cengî û hejmarek endamên serkirdetiyê ji YNKê hatin derkirin, YNKê pêşniyar kir ku dîdarek were lidarxistin, ji bo vê mebestê jî çend lijne hatin pêkanîn, da ku raportan li ser hemû sektoran amade bikin, biryar e di vê dîdarê de ew raport werin xwedin.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê K24ê yê li Silêmaniyê, YNK di vê dîdarê de du biryaran dê bide, yekem; peyrew û programa partiyê dê were sererastkirin û guhertin, duyem; Bafil Talebanî dê bi fermî bibe Sekreterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û biryara hevserokatiyê hilweşîne.