Şalaw Elî Eskerî: Sîstema hevserokatiyê ji bo YNKê xelet bû

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şalaw Elî Eskerî ragihand, sîstema hevserokatiyê ji bo YNK xelet bû û niha yek serok heye.

Silêmanî (K24) – Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şalaw Elî Eskerî ragihand, sîstema hevserokatiyê ji bo YNK xelet bû û niha yek serok heye.

Şalaw Elî Eskerî ji rojnamevanan re axivî û diyar kir: “Armanca dîdara YNKê du tişt e, yek ji wan xewna YNKê ya ji bo dewletdariyê, ku ev tenê bi kadroyên YNKê ve girêdayî nîne, giştî ye, ya duyem; ew raspardeyên kongreyê ku nehatine cîbicîkirin, em cîbicî bikin.”

Li ser betalkirina sîstema hevserokatiyê, Şalaw Elî Eskerî eşkere kir: “Du kes hevserok bûn, yek çûye û yê din maye, otomatîkî ew dibe serok.”

Herwiha diyar kir: “Derket holê ku sîstema hevserokatiyê bi ser neket, ezmûneke nû bû, dema te xeletiyek kir, jê vegere.”