Parîs Saînt Germaînê li Diyarbekir Akademiya Futbolê vekir

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Tîma futbolê ya navdar a cîhanî Parîs Saint Gemaînê li Diyarbekirê Akademiya Futbolê vekir. Akademiya Fûtbolê ya Parîs Saînt Germaînê li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê li 11 bajaran û di cîhanê de jî li 15 welatan heye. Xwendekarên di akademiya futbolê de perwerdehiya futbolê dibînin dê bikaribin li Parîsê jî tevlî pêşbaziyan bibin.

Piştî Akademiya Futbolê ya Înterê, li Diyarbekirê tîmek din a navdar a cîhanî akademiya futbolê vekir. Tîma Fransayê ya futbolê Parîs Saînt Germaîn jî berê xwe da Diyarbekir û dê li gel komek rahênerên profeşinal perwerdehiya futbolê bide. Di Akademiya Futbolê ya Parîs Saînt Germaînê de dê xwendekarên temenê wan navbera 3-19ê de waneyên futbolê bistînin. Xwendekarên ku di Akademiya Futbolê ya Parîs Saînt Germaînê ya Diyarbekir de derketin rahênana yekem bi kelecan bûn û keyfxweş bûn tîmek navdar a cîhanî berê xwe daye Diyarbekir.

Di rêûresma vekirina Akademiya Futbolê ya Parîs Saînt Germaînê de yarîzanê berê yê Diyarbakirsporê Umît Davala jî beşdar bû û amaje kir ku potansiyelek xurt a futbolê li Diyarbekir heye û bi derfetên wisa jî yarîzanên jêhatî yên Diyarbekirê dê bikaribin di qada navneteweyî de xwe nîşan bidin.

Yarîzan Umît Davala ji K24ê r got: “Pêdiviya Diyarbekir bi organîzasyonên wisa heye. Ez jî di sala 1996an de li Diyarbekirê tîma Diyarbakirsporê de dileyîstim û paşê min derfet dît ji vê derê biçim Galatasarayê û paşê jî çûm Ewropayê. Derfetên wisa girîng in û bi xebatên wisa gelek yarîzanên jêhatî dê werin kifşkirin.”

Serokê Akademiya Futbolê ya Parîs Saînt Germaîn ê Şaxa Diyarbekir Senar Toprak amaje kir ku ew ji futbolê gelek hes dike û xwestiyê vê derfetê bide zarokên Diyarbekir û her wiha da zanîn ku ew ê di demek nêz de li Hewlêrê jî Akademiya Futbolê ya Parîs Saînt Germaîn vebikin.

Senar Toprak got: “Parîs Saînt Germaîn tîmek navdar a cîhanî ye. Me xwest em vê derfetê bînin Diyarbekir ku stêrkên futbolê ji Diyarbekir jî derbikevin. Heta hefteyek an jî dû hefte emê li Hewlêrê jî Akademiya Futbolê Ya Parîs Saînt Germaîn bidin vekirin ku vê xizmetê bidin zarokên me yên Hewlêrê jî.”

Akademiya Futbolê ya Parîs Saînt Germaînê li cîhanê di 15 welatan de perwerdehiya futbolê dide û li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê de li 11 bajaran 16 şaxên wê hene. Di akademiye de hefteyê 4 rojan perwerdehî tê dayîn û rojane 2 seet rahênan tê kirin, her wiha waneyên dêruniyê jî hene.