Îran: Em li dijî her cure operasyonên leşkerî yên li welatên din in

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê: Ezmûnên salên borî çespandiye ku bikaranîna hêza serbazî li dijî welatên din, alîkarîya çareserkirina kêşeyan nekiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade ragihand, Tehran li dijî her cure operasyonên leşkerî û bikaranîna hêzê li nav axa welatên din e.

Xetîbzade di bersiva pirsekê de derbarê egera destpêkirina êrişeke leşkerî ya li nava sînorên Iraq û Sûriyê de, Zade tekez kir, kiryarên leşkerî li ser axa welatên din, binpêkirina yekparçeyiya axa û serweriya niştimanî ya wan welatan e û dê bibe sedema aloziyan.

Her wiha got: Komara Islamî ya Îranê têdigihe nîgeraniyên ewlehî yên Tirkiyê, lê tekez dike jî ku çareseriya wan, tenê bi riya diyalog, pabendbûna bi rêkeftinên dualî bi welatên cîran re û lihevhatinên ku di li Astanayê pêk hatin, dibe.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê got jî: “Ezmûnên salên borî çespandiye ku bikaranîna hêza serbazî li dijî welatên din, alîkarîya çareserkirina kêşeyan li gel wan nekiriye, lê belê dê kêşeyan li herêmê zêdetir û aloztir bike.

Ev yek piştî wê, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 23ê Gulanê ragihandibû, plana wan a avakirina herêmeke bi 30 kîlometre kûrahî li Rojavayê Kurdistanê berdewam e.