5 salên Demîrtaş yên di girtîgehê de bû pirtûk

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan – Hevserokê bere yê Partiya demokratîk a gelan (HDP) Selahattîn Demrîrtaş ku ev nêzî 6 sal in di girtîgehê de ye, jiyana wî ya li girtîgehê û bûyerên ku derveyî girtîgehê derbarê Demîrtaş de rû dane wek pirtûkekê hatin çapkirin. Pirtûka bi navê “Kursiya Spî ya Demîrtaş” ku hemû serpêhatiyên Demîrtaş yên 6 salan tê de ne li Enqera paytexta Tirkiyê heta danasîn. Nivîskarê pirtûkê diyar kir ku kêmasiyeke mezin bû derbarê demîrtaş de pirtûke nebû wî jî ev êmasî temam kiriye.

Li Tirkiyê hevserokê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku nêzî 6 sal in di girtîgehê de pênc salên wî yên di girtîgehê de bû pirtûk. Şêwirmandê Demîrtaş Zinar Karavîl bûyerên ku di girtîgehê de demîrtaş rû bi rû maye, wek girtiyekê proseya endamtîya wî ya bo serokkomariyê, nivîsandina 4 pirtûkên di girtîgehê de bi destê selahattîn demîrtaş hatne nivîsandin, bûyerên li derveyî girtîgehê derbarê demîrtaş de rû dane div ê pirtûkê de cih digrin. Pirtûka bi navê “Kursîya Spî Ya Demîrtaş” ku behsa serpêhatiyên demîrtaş dike li Enqera paytexta Tirkiyêhate danaîsn û îmzekirin.

Nivîskarê pirtûkê Zinar Karavîl da zanîn ku kêmasiyek mezin bû derbarê demîrtaş de pirtûkek nebe wî jî ev kêmasî ji holê rakiriye.

Zinar Karavîl got: “Destpêka pirtûkê behsa şeva 4ê Mijdara 2016an dema revandina Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hevalên me yên din dike. Li ewropayê derbarê siyasetmedarên girîng de pirtûk tên nivîsandin û bi dehan zimanan tê vergerandin. Lê derbarê siyasetmedarekî wek demîrtaş pirtûkeke wiha nebû ev jî kêmasiyeke gellek mezin bû. Min jî xwast vê kêmasiyê ji holê rakim.”

Siyasetmedar Sirri Sûreyya Onder jî diyar kir ku deshilat bi her awayî dixwaze bîr û hişê gelen têkoşer ji holê rake lê bi saya pirtûkên wiha ev bîr û hişmendî her zindî dimîne.

Sirri Sûreyya onder got: “Deshilatên heyî di heyamên tundî û zordariyê de berî her tiştî hewil dide ku bîr û hişê civakê îmha bikin. Pişt re jî dixwazin li gorî xwe rastiyekê binivisin û bidin qebûlkirin. Lê belê pirtûkên ku rabirdûyê ronahî dikin bo mînak ev pirtuk derbarê demîrtaş de bîr û hişmendiya civakê zindî dihêle.”

Kesên ku hatin pirtûka serpêhatiyên Demîrtaş tê de ne bidin îmzekiirn jî dan zanin ku Demîrtaş di er warî de Siyasetmedarekî kurd yê Pêşenge û mafnasekî gevre ye.

Welatî Îsmaîl Boyraz: “Bi salan min li gel Demîrtaş li Diyarbekirê di warê mafê mirovan de xebat kirin. Demîrtaş Demîrtaş mafnas û sîyasetmedarekî gellek jêhatî ye. Di vê pirtûkê de jî serpêhatiyên Birêz Demîrtaş hene û her serpêhatiyek gellek girîng e.”

Welatî Okan: “Selahhatîn ji bo me ciwanan mirovekê pêş me diçe û em giş paş wî tên. Bi xwe jî gotiğe Demîrtaş ez nînim civan giş Demîrtaş in. Em jî namzedên Demîrtaş in. Demîrtaş mirovek pir başe bi aqil û polîtîkaciyekî pêşvan e.”

Hevserokê HDP yê berê Selahahtîn Demîrtaş di mijdara 2016an de li gel 10 parlementerê HDPê hate girtin û ev nêzî 6 sal in li bajarê Edîrneyê di girtîgehê de ye.