Şandeke Wezareta Tendirustiyê li Bexdayê ye

Hejmarek civîn ji bo hevahengiya zêdetir û çareserkirina kêşeyan encam didin.
Logoya Wezareta Tendirustiyê
Logoya Wezareta Tendirustiyê

Hewlêr (K24) – Şandeke Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye û hejmarek civîn ji bo hevahengiya zêdetir û çareserkirina kêşeyan encam didin.

Şeva borî li ser erkdarkirina Wezîrê Tendirustî yê Herêma Kurdistanê, bi yadaşteke kêşr û giriftan, şandeke Wezareta Tendirustiyê gihîşte Bexdayê.

Biryar e îro şanda Wezareta Tendirustiyê hejmarek civîn ligel Wezîrê Tendirustî yê Iraqê û rayedarên pêwendîdar bikin ji bo çareserkirina kêşe û giriftên navbera xwe û hevahengiya zêdetir ji bo dabînkirina derman û pêwîstiyên bijîşkî û amûr û projeyên xizmetguzariya tendirustiyê.

Ev di demekêde ye ku duh êvarê 29ê Gulana 2022yan, Wezîrê Tendirustî yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî û Wezîrê Tendirustî yê Iraqê yê bi wekalet Hanî Uqabî, pêwendiyele telefonî encam dan û çareserkirina kêşeyan gotûbêj kirin.