Nêçîrvan Barzanî: Nebûna seqamgîriyê rêgir bûye ku Iraq bibe yek ji welatên pêşketî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di beşdariya Konferansa Aştî bi Rêya Miyanrewî de axivî.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di beşdariya Konferansa Aştî bi Rêya Miyanrewî de ragihand, ji ber nebûna aştî û miyanrewiyê li Iraqê, navçe û derdor û cîhan jî têk daye, nebûna seqamgîriyê rêgir bûye ku Iraq bibe yek ji welatên pêşketî.

Nêçîrvan Barzanî îro duşemê 30yê Gulana 2022yan li Konferansa Aştî bi Rêya Miyanrewiyê, ku ji aliyê rêxistina SPARK a Holandî ve hat lidarxistin, diyar kir: “Cîhan ji destê komek qeyran û astengiyan dinale, niha aştî ji hemû deman zêdetir pêwîst e, ji ber qeyrana ku rûbirûyî cîhanê dibe, aştî di metirsiyê de ye.”

Herwiha destnîşan kir: “Bi dirêjahiya dîrokê, Iraq rûbirûyî metirsî û şer û nearamiyê bûye, serweteke mezin bi heder daye, diviyabû bi miyanrewî û aştiyê, Iraq weke yek ji welatên herî baş û pêşketî yên navçeyê bihata jimartin.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, nebûna aştî û miyanrewiyê li Iraqê, rewşa navçe û derdor û cîhan jî têk daye, ji bilî pêveçûnên mezhebî û taîfî, ew zilma ku di destpêka dirustbûna Iraqê de li gelê Kurdistanê û pêkhateyên wê hat kirin, çendîn şer û malwêranî û karesatan bo Iraq û navçeyê li pey xwe anîn, zirarên xwe gihande aştî û seqamgîriya navçeyê jî.

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: “Şerê Iraq û Îran, piştre dagirkirina Kuweytê, dirustbûna hevpeymanî û rizgarkirina Kuweytê, şerê duyem ê Kendavê û piştre rizgarkirina Iraqê û heta serîhildana DAIŞê li navçeyê, hevsengiya hêz û siyasî û berjewendiya welatan li navçeyê bi temamî guherand, hemû ev ti şt ji ber wê yekê ne, ku fikra aştî û miyanrewî û seqamgîriyê li Iraqê tune ye.”