Çekdarekî DAIŞê hat desteserkirin

Ji çekdarên wîlayeta Cezîre ya DAIŞê bû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarekî DAIŞê li Zumar hat desteserkirin, ku ji çekdarên wîlayeta Cezîre ya DAIŞê bû, herwiha kur û birayekî wî jî çekdarên DAIŞê bûn.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir, hêzên piyade ya artêşê bi zanyariyên hûr ên îstixbaratê li gundê Simûd ê ser bi bajarokê Zumar ê li rojavayê parêzgeha Neynewa çekdarekî DAIŞê desteser kir.

Herwiha li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê, kur û birayekî çekdarê desteserkirî jî, çekdarên DAIŞê bûn, lê birayê wî hatiye kuştin û kurê wî jî hatiye desteserkirin.