Li Dadgeha Kerkûkê biryara zindanîkirina Rêbwar Talebanî derçû
Hewlêr (K24) – Dadgeha Kerkûkê biryara cezayê şeş sal zindanîkirinê ji bo Serokê berê yê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî derxist û geştkirin lê qedexe kir.
Di nivîsa Dadgeha Kerkûkê de ku bi maddeya 340, Rêbwar Talebanî hatiye sizadan, naveroka maddeyê û cûreya tawana wî nehatiye diyarkirin.
Serokê berê yê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û Şêwirmendê niha yê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Rêbwar Talebanî derbarê biryara dadgehê de ji K24ê re ragihand, ew ji biryara Dadgeha Kerkûkê agahdar nîne û agahdarkirinek jê re û ji parêzerê wî re jî nehatiye, herwiha vê biryarê weke siyasî dibîne.
Rêbwar Talebanî di wê baweriyê de ye ku beşdarbûna wî ya di pêvajoya referandumê û biryara bilindkirina Ala Kurdistanê û helwestên wî yên li hember dagirkerên piştî 16ê Cotmehê, sedemên derketina vê biryarê ne.