Ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya germahiyê hat dayîn
Diyarbekir (K24) - Rêvebiriya Herêma 15. ya Meteorolojîya li Tirkiyê ji bo bajarên li Bakurê Kurdistanê hişyarnameyek belav kir.
Hat ragihandin ku dê di navbera 1 û 5ê Hezîranê de, pileyên germahiyê zêde bibin û bi taybetî di navbera demjimêrên 11:00 - 16:00an yên wan 5 rojan de divê welatî agahdar bin.
Herwiha at diyar kirin ku dê di navbera 1 û 5ê Hezîranê de pileya germahiyê bo 36-40 dereceyan bilind bibe û bang û daxwazî hatiye kirin ku kesên ku nexweşiyên wan ên kronîk hebin û kesên kal û zarok di wan demijimêran de dernekevin derve.